CîhanEwropaNûçe

Dadgeha venêhrînê ya Kalîforniyayê Trump neçar kir ku qanûna DACA cih bîne

Dadgeha venêhrînê ya Kalîfornyayê duh derheq vê yekê ku divê serokomarê Amerîkayê Donald Trump qanûna DACAyê dubare cih bîne, dengê xwe da.

Li gor nûçeya Fars Newsê, Li gor hukmê dadgeha  venêhrînê ya eyaleta Kalîfornyayê Trump neçar e qanûna hikûmeta berê (Barack Obama) ya derheq berevaniya ji heqê koçberan cih bîne.

Li sala 2012 ya dema hikûmeta Barack Obama qanûnek derheq zarokên koçberên neqanûnî hate pejirandin ku bi navê qanûna DACA (Deferred Action for Childhood Arrivals) tê nasînê. Li gor vê qanûnê zarokên hanê ku diçin Amerîkayê û li wir mezin dibin dikarin heya bidestxistina şert û mercên welatîbûna amerîkî li vî welatî de bimînin û kes nikare wan ji Amewrîkayê derxîne.  Trump cihanîna vê qabûnê li Îlona 2017 rawestand, lê belê li Çileya 2018 çend dadweran li dij vê biryara Trump dengên xwe dan.

Trump li gor sozên xwe yên kempeynên hilbijartinê yên sala 2016 siyaset û helwêsteke li dij penaber û koçberan girtiye ber xwe ku ev helwêsta wî rastî rexneyên zav ên navneteweyî û nevxweyî hatiye.

Başa dön tuşu