ÎranNûçeRojhilatanavin

Israîlê roleke rasterast li dosîye sazîya Danimarkê ya li dijî Îranê hebûye

Serokwezîrê rêjîma Israîlê mukur hat ku Israîlê roleke rasterast li dosîyesazîya Danmarkê ya li dijî Îranê hebûye.

Benyamîn Netanyahû li Bulgaristanê, Komara Islamî ya Îranê bi piştgirîya ji têrorîsmê tawanbar kir û idia kir ku Israîlê vê dawîyê hin hewildanên Îranê ji bo karên têrorîstî li axa Ewropayê aşkira kirine.

Berî vîya Rojnama Jerusalim Postê ragihandibû ku Sazîya Sîxorîya Israîlê (MOSSAD) lêzanînên derbarê tişta ku hewildana Îranê ji bo êrişa ser kesekî li Danmarkê hatîye binavkirinê dane ber destê Danmarkê.

Kopenhagê sêşemê êvarê bêyî raberkirina belgeyekê, Têhran bi hewildana bo êrişê li axa Danmarkê tawanbar kir û sefîrê Îranê vexwend.

Kopênhagê herwiha sefîrê xwe yê Têhranê ji bo rawêjkarîyê vexwend.

Başa dön tuşu