EfxanîstanÎranNûçeRojhilatanavin

Hevdîtina wezîrê karên derve yê Efganistanê ligel serokê meclisa Îranê

Elî Larîcanî serokê meclisa Îranê vê sibê li hevdîtina ligel Sehaledîn Rebanî wezîrê karên derve yê Efganistanê li bajarê Têhranê got: berjwendî û xêra dijminên Efganistanê, alozbûna rewşa sîyasî ya vî welatî, loma gelê Efganistanê divê li hemberî destwerdanên bîyanîyan ku rê li ber pêşketin û rehetîya vî welatî digirin, li ber xwe bidin.

Larîcanî pêgirî kir ku divê peywendîyên Îran û Efganistanê werin bihêzkirinê û got: Imkanên baş jibo berfirekirina peywendîyên aborî û ticarî yên her du welatan  nemaze li warê tranzît û ênêrjîyê hene. Serokê meclisa Îranê bal kişand ser dewama piştgirîya Îranê ji gel û dewleta Efganistanê û got: Nabe rê bê dayîn Efganistan bibe meydana cirîta têrorîstan û sekinîna kêrhatî li hemberî têrorîsmê li Efganistanê jî hewcedarê istiqrara sîyasî ye.

Selahedîn Rebanî, wezîrê karên derve yê Efganistanê jî di vê hevdîtinê da qedrê rêberê giranqedir ê Inqilabê û dewleta Îranê ji ber piştgirîyên ji dewleta Efganistanê û pêngavên jibo bihêzkirina istiqrar û tifaqa netewî li vî welatî girt û got: Efganistan tu wexta rê nade axa wî ji alîyê têrorîstan ve were bikaranînê.

Rebanî herwisa got: Bi zûtirkê yê konfranseke navnetewî li bara Efganistanê li Brûksêlê were lidarxistinê ku derfeteke baş e jibo hevkarîya berfire ligel civaka navnetewî jibo pêkanîna aştî û istiqrarê li vî welatî. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu