Ajansa “Amaq” ya ser bi DAIŞê ve belav kir, êrîşberê Londonê “Yek ji çekdarên DAIŞê” bû.
Duh, li Londonê li nêzîkî parlementoyê di êrîşekê de 4 kes hatin kuştin û nêzîkî 40 kesên din jî birîndar bûbûn.
Êrîşber li ser pireya West Minsterê ya li nava Londonê û li nêzîkî Demjimêra Pîg Ben û parlementoyê bi otombîlê êrîşî ser xelkê kir û piştre bi kêrê êrîşî ser polîs kir û kuşt.
Piştre jî êrîşber ji aliyên polîsan ve hate kuştin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)