IraqNûçeRojhilatanavin

DAIŞ “Çêleka bi şîr” jidest dide

Siyasermedar û Balyozê berê yê Amerîka li Iraqê Christopher Robert Hill ragihand, tiştê ku proseye kontrolkirina Mûsilê bi derengî xistiye, astengiyên siyasî bûn, ne amadekariyên leşkerî bûn.

Hill li Bexdayê ragihand, DAIŞ di demeke nêzîk de Mûsilê jidest dide, ku çavkaniyeke baş ya aborî ji wê rêxistinê re ye û jidestana wî bajarî dibe destpêka bidawîhatina DAIŞê û şerê li dijî wê rêxistinê dikeve qonaxeke din.

Hill dibêje: “Mûsil ji Reqayê girîngtir e. Her çend e Reqa navenda desthilata DAIŞê ye, lê di warê aborî de girîngiya Mûsilê gelekî ji ya Reqayê zêdetir e.”

Hill got jî, di demeke nêzîk de DAIŞ “Çêleka bi şîr” jidest dide. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu