IraqNûçeRojhilatanavin

DAIŞ di şer de bi madeyên cuda teknîkên nû bikar tîne

Berdevkê Xwebexşên Nînowayê Mahmûd Surcî li ser rêbazên DAIŞ bikar tîne ji Spûtnîkê re ragihand, “Li ser gelek banan nîşanger bi cî kirine. Li kêleka her yek ji nîşangeran jî jineke ku dîl hatiye girtin wek mertala zindî heye. Berê tiştekî wisa nedikirin.”

‘KIRA’ HÊZA KUŞTINÊ ZÊDETIR DIKE

Surcî got, terorîst bikaranîna otomobîlên bombekirî berdewam dikin û li demên dawî jî li cebilxaneyên xwe madeyeke ji neftê ya bi navê ‘kira’ ku dişibe qetranê zêde kirine.

Berdevkê Xwebexşên Nînowayê diyar kir, ev made hêza kuştinê di nav bombeyan de zêdetir dike, lewra bi laşê mirovan ve dizeliqe û dibe sedema birînên şewatên mezin.

‘BI LAŞÊ MIROVAN DIZELIQE Û PAQIJ NABE’

Endezyarekî Mûlisî bi navê Muwaffaq jî li ser madeya ‘Kira’ da xuyakirin, ew ji asfaltena nav petrolê tê derxistin û wiha pê de çû: “Di nav petrola Kerkûkê de rêjeya asfaltenê 1.38%î ye. Di nav petrola li Kayara ya nêzî Mûsilê tê derxistin jî ev rêje 54%î ye. Asfalten di hilberîna teqemeniyan de nayê bikaranîn, lê dikare heta demeke dirêj germiyê biparêze. Ev madeya zelîqoqî bi laşê mirovan ve dizeliqe û paqijkirina wê jî pir zehmet e.” (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu