IraqNûçeRojhilatanavin

Peyama pîrozbahiyê ya ayetullah Sîstanî bi minasibeta azadkirina bajarê Felûcê

Ayetullah Sîstanî, merceê payebilind ê şîeyên Iraqê, azadkirina bajarê Felûcê ji lepên têrorîstan pîroz kir.

Li gorî rapora IRNA`yê, Seyîd Ehmed El Safî, nûnerê ayetullah Sîstanî li Kerbelayê, oja yekşemiyê li hevpeyvîneka bi riya têlêfonê tev Raêd Şakir Cewdet, qumandê polîsê navendî yê Iraqê, got, ayetullah Sîstanî qedrê rola hêzên çekdar ên Iraqê ya bona azadkirina bajarê Felûcê ji lepên têrorîstan û beşdariya ji bo parastina canê welatiyan û herwiha alîkariya ji bo awareyan û parastin û berevaniya ji heyîtiyên wan, girt.

Ayetullah Sîstanî li peyamekê ku îniya buhurî nûnerê wî li Kerbelayê, wê li nimêja îniyê xwend, parastina yekgirtîbûna neteweyî û yekperçetiya axa Iraqê girêdaiyê alîkariya bo wareyan û rizgarkirina Iraqê ji têrorîsmê dabû zanîn.

Piştî fermana Heyder El Ebadî, serokwezîrê Iraqê bona azadkirina Felûcê di 23`ê meha Gulana buhurî de, pêgeha herî girîng a têrorîstên DAIŞ`ê li rojavayê Iraqê, di encamê de roja îniyê bi şikestdayîna têrorîstan, kete destê hêzên iraqî. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu