IraqNûçeRojhilatanavin

El Ebadî: Artêşa Iraqê girêdaiya mafên mirovan e

Serokwezîrê Iraqê, tevî sekinîna li ser vê yekê ku artêşa welatê wî li dema operasyona azadkirina Mûsilê, girêdaiya mafên mirovan bûye, got: Em ê bi zûtirkê operasyona li Mûsilê bi dawî bînin.

Li gorî rapora Ajansa nûçeyan a Xwendekarên Îranê (ISNA) ji zarê kanala nûçeyan a Sûmêriye News`ê, Heyder El Ebadî, serokwezîrê Iraqê, roja duşemiyê seredana navçeyên cengî li Neynewayê kir û digel qumandeyên ewlehî û leşkeriyê yên di van navçeyan de li ser alûgorên operasyona Mûsilê gotûbêj kir.

El Ebadî dema seredana bajarê azadbûyî yê Hemam El Elîlê li başûrê Mûsilê got: Hêzên me bi awayekî lezgîn li hemî mêhweran, pêşve çûne û jibo parastina canê sivîlan hewl didin. Heya niha du ji sêyê axa Neynewayê azad bûye û hêzên me niha li nav bajarê Mûsilê bi DAIŞ`ê re şerr dikin.

Wî got: Şerrê Neynewayê, şerrekî ron û kivş e û heya niha me qet destdirêjiya li ser mafên mirovan nedîtiye. DAIŞ nirxên exlaqî û mirovî ber çav nagire. Em rûniştiyên Mûsilê re dibêjin ku em jibo azadkirina bajêr hatine û wê tu ciyek jibo DAIŞ`ê li Iraqê tunebe. Hêzên me welatiyên iraqî bona iraqeke yekperçe diparêzin.

El Ebadî bal kişand ser piştgiriya hevalbendiya Amerîkayê ji Iraqê li şerrê dijî DAIŞ`ê û got: Em bona jinavbirina DAIŞ`ê hewl didin û ji dewleta Amerîkayê jî dixwezin piştgiriya xwe ji Iraqê zêde bike.

Wî destnîşan kir: Armanca dewletê ev e ku li operasyona Mûsilê, pêşiya kuştina sivîl û hêzan bigire. Em ê bi zûtirkê şerrê Mûsilê bi dawî bînin (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu