IraqNûçeRojhilatanavinSûriye

DAÎŞ: Kurê xelîfeya me hate kuştin

DAÎŞ ragihand ku yek ji kurên xelîfeya wan Ebubekîr Bexdadî, Hudayaf Badrî li Sûrîyê di pevçûnan de hatiye kuştin.

Ajansa nûçeyan ya Amaqê, ku propagandaya DAÎŞê dike, belav kir ku  Badrî li Humsê dî santraleke elektrîkê de hatiye kuştin.

Amaqê da zanîn ku Badrî di operasyoneke dijî arteşa Surîye de hatiye kuştin û wêneyekî wî ya bi çek weşand.

Piştî DAÎŞdi sala 2014’an de ketibû Îraqê gelek caran nûçeyên kuştina Bexdadî belav bûbûn, lê ti ji wan piştrast nebibûn.

Başa dön tuşu