IraqNûçeRojhilatanavinSûriye

DAIŞ: Kuştina bi şewitandinê caîz e

Rêxistina terorê DAIŞ di hejmara vê mehê ya kovara xwe ya bi navê Rumiyah de fitû da ku mirovan bişewitînin û bikujin caîz e. DAIŞê di kovara xwe de ev tişt gotin:

“Ey leşkerên taxûtê! Wa çawa birayên me şewitandin û kuştin, em ê jî we bişwitînin. We çawa zarokên me sêwî hiştin em ê jî zarokên we sêwî bihêlin. We çawa dayikên me çav bihêsir hiştin, em ê jî dayikên we çav bihêsir bihêlin. We çawa jinên me bî hiştin, em ê jî jinên we bî bihêlin. Ger ku hûn naxwazin werin şewitandin dev ji leşkeriya taxûtan berdin.”

DAIŞê ji bo caîzkirina fitûya xwe jî di kovarê de ji sûreya Şûra ya Quranê ayeta 40emîn da ku ew ayet dibêje: “Beranberiya xerabiyekê, xerabiyeke weke wê ye.” (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu