EfxanîstanMafên MirovanNûçeRojhilatanavin

DAIŞ li Afxanîstanê gundekî da ber êgir

Terorîstên DAIŞê xaniyên gundekî bi ser navçeya Kot a parêzgeha Nangarharê dan ber êgir.

Berdevkê Walîtiya Nangarharê Ataullah Hogyanî derbarê bûyerê de daxuyaniyek da û got terorîstên DAIŞê 65 xaniyên li gundê Bab Gundey yê bi ser navçeya Kotê dane ber agir.

Hat ragihandin ku gundê ku hate şewitandin beriya demekê ji ber metirsiya terorê hatibû valakirin û piştî agir hemû xanî zirarên mezin dîtin û nayên bikar anîn. Hogyanî diyar kir ku terorîstên DAIŞê bi êrişên wiha armanc dikin ku gel bitirsînin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu