NûçeRojhilatanavinSûriye

DAIŞ li dawî hatina xwe mûkir hat

Rêxistina terorîst a DAIŞê dawî hatina xwe mûkir hat û tomarekî bi deng belav kir.

Terorîstekî bi navê Ebu Hesen Muhacir ku xwe wek berdevkê DAIŞê dinasîne, di tomarekî dengî de peyamekî bo çekdarên rêxistina terorîst ên li parêzgeha Dêrezor, Reqe û Hesekê ya rojavayê Kurdistanê rêdike.

Di peyama xwe de Ebu Hesen Muhacir amaje bi fişarên zêde yên Hêzên Sûriya Demokrat (HSD) yên li ser pêgeha wan a dawiyê ya Baxozê dike û daxwaza pêkanîna kiryarên terorîstî ji alîgirên xwe li dijî HSDê dike.

Ji ber dorpêça DAIŞê ya li gundê Baxozê, ew rêxistina terorîst li rojavayê Kurdistanê û Sûriyê ber bi dawî hatinê ve diçe.

Başa dön tuşu