Hat zanîn ku li Sûriyê, “bi sedan” çekdarên rêxistina DAIŞê ji wê rêxistinê veqetiyane û reviyane.
Li gorî zanyariyan, li bajarên Heleb û Reqayê yên Sûriyê, bi sedan çekdarên DAIŞê ji rêxitina xwe cuda bûne û reviyane.
Hêza Feyleq Elşam, ku hêzeke îslamî û beşek ji opozîsyona Sûriyê ye, ragihand ku wan alîkariya wan çekdaran kirine ku ji DAIŞê veqetin. Çekdarên han li gundewarê bakurê bajarê Helebê ji nav DAIŞê reviyane.
Feyleq Elşam her wiha daye zanîn ku di van demên dawiyê de gellek çekdar û endamên DAIŞê ji nav rêxistinê direvin û jê cuda dibin.Di heman demê de Feyleq Elşam eşkere kir ku ew danûstandinan ligel gellek grûpên DAIŞê dikin ji bo ku jê cuda bibin.
Li bajarê Reqayê jî, ku wek “paytexta xilafeta DAIŞê” tê nasîn, hejmareke mezin ji çekdarên DAIŞê ji rêxistina xwe cuda bûne. Li gorî agahiyan, li Reqayê di heyama 2 rojên borî de derdora 100 çekdar ji DAIŞê veqetiyane. (ÎSLAMİ DAVET KURDİ)