NûçeRojhilatanavinSûriye

DAIŞ li Suweydaya Sûriyê hate dorpêçkirin

Artêş û hêzên çekdar ên Sûriyê bi misogerkirina meqerên xwe li Badiyeya parêzgeha Suweydayê li başûrê vî welatî, paşdamaiyên Koma terorîst a DAIŞ`ê dorpêç kirin.

Li gorî rapora IRNA`yê, çavkaniyên meydanî yên li Sûriyê, duşemiyê bi şev ragihandin, artêş û hêzên çekdar ên Sûriyê, weşartgeh û pêgehên Koma Terorîst a DAIŞ`ê li Badiyeya Suweydayê têk birin.

Li gorî vê raporê, balafirên centgê û yekîneyên topxane û tankên artêşa Sûriyê pêgeh û weşartgehên Koma Terorîst a DAIŞ`ê li navçeya zinarî û rêya asê ya Telûl El Sefayê kirine armanc û gelek xisar li terorîstan xistin.

Artêşa Sûriyê li çend rojên buhurî pêşiya revîna gelek terorîstên DAIŞ`ê ji vê navçeyê girtiye û hinek ji wan kuştine yan jî dîl girtine.

Hêzên sûrî herwiha karîn 90 endamên Koma Terorîstî û Tekfîrî ya DAIŞ`ê li Badiye ya Suweydayê bikujin.

Artêşa Sûriyê pêgehên Tehrîr El Şamê (Bereya Nusre) jî li bakûra parêzgeha Hemahê kirine hedef û êrişa vê koma terorîst a li başûrê rojhilata parêzgeha Idlibê pûç û bêencam kir.

Artêşa Sûriyê li pevçûneka giran êrişa hejmare ji terorîstên Bereya Nusre ser meqer û pêgehên xwe yên leşkerî li mêhwera Gordana El Mehcûre li başûrê rojhilata parêzgeha Idlibê bêencam kir ku di encama vê operasyonê de hejmareka zav a terorîstan hatin kuştin û birîndar bûn.

Başa dön tuşu