IraqMafên MirovanNûçeRojhilatanavin

DAIŞ sivîlan dike mertala zindî

Di vê dema ku Artêşa Iraqê di nava bajarê Mûsilê de bi pêş de diçe û şer û pevçûn dijwar dibin ûsivîlên fersenda revê bi dest dixin, ji xwe re direvin, DAIŞ sivîlan dike mertala zindî û guleyan berdide kesên hewl didin birevin. Yek ji niştîcihên Mûsilê bi navê Muhemed Îsa ragihand ku DAIŞê ew kiribûn mertala zindî.

Hat ragihandin ku di vê dema ku Artêşa Iraqê di nava Mûsilê de bi pêş de diçe û şer gur dibe, sivîlên rêya revê dibînin, ji destê DAIŞê direvin. Ji gava operasyona Mûsilê dest pê kiriye û heta niha 39 hezar sivîl reviyane û tê payîn ku ev hejmar di rojên pêş de zêdetir bibe.

Herwiha sivîlan diyar kir ku gava wan hewl daye ji bajarî birevin, DAIŞê êrîşî wan kiriye.

Muhemed Îsayê 38 salî bi Spûtnîkê re li ser mijarê axivî û diyar kir ku bi zorê kariye ji taxa Elîreşê ya Mûsilê birevin û wiha dewam kir: “Em li taxa Elîreşê ya Rojhilatê Mûsilê rûdiniştin. Li taxa me, kurdên şebek û ereb pir bûn. Artêşa Iraqê ji bo stendina taxa me, operasyon da destpêkirin. Ji ber operasyonan 4 rojan şerekî dijwar li taxa me çêbû. Roket û moşek li her derê diketin. DAIŞê hertim moşek û topên hawanê diavêtin. Herwiha êrîşên xwekuj pêk dianîn. Ji ber bombebarankirin û êrîşên xwekujî, me nedikarî bi şev razên. Me nedikarî ji ber şer ji malê xwe derkevin. Herwiha ji ber ku em wek mertala zindî bi kar dianîn, me nedikarî ku em birevin jî. DAIŞê nedihişt em birevin jî û wan ji me re digot, hûn jî bimînin û li dijî Artêşa Iraqê şer bikin. Piştî ku DAIŞê hine dever ji destê xwe dan, me fersenda revê bidest xist û em reviyan Lê DAIŞê gule bera me dan. Em nêzîkî 200 sivîl bûn,di encama gulebarandina DAIŞê de 6 kes hatin kuştin û 12 birîndar bûn.”

Jinepîra 73 salî ya bi navê Kewser Elî diyar kir ku DAIŞê êrîşî wê kir gava ku reviya û rûdanan wiha vedibêje: “Em li taxa Ihtîrasê rûdiniştin. Ez li gel 5 zarokên xwe û 14 neviyên xwe bûm û heta 6 rojan, me hewl dida birevin lê me dikir û nedikir, me nedikarî em birevin. DAIŞê nedixwest kes bireve û nedihişt kes bireve jî. Gule berdida kesên hewl dida birevin. Ji bo kes bi navgînên xwe nerevin lastîkên tirimbêlên wan diteqandin. DAIŞê ji me re digot, eger sivîl li vir bin, gawir nikarin bi hêsanî têkevin bajarî. Lewra divê hûn li vir bin. Gava Artêşa Iraqê bi ber taxa me ve hat, em û bi sedan kesan hewl da ku em birevin. Gava em reviyan, DAIŞê bi moşekan êrîşî kolana me kir. Di encamê de du kes hatin kuştin û gelek birîndar bûn. Wê çaxê min got, qet ez ê jî wê kêlîkê bimirim. Em tirsiyan. Gava balafiran êrîş kir, êrîşên li dijî me rawestiyan û em reviyan. Me bawer nedikir em xelas bibin, ji ber mayin û pevçûnan, ihtimal hebû her kêlî em bimirin.” (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu