IraqNûçeRojhilatanavin

DAIŞ sivîlan dike mertalên zindî

Hêj ku operasyona rizgarkirina Mûsilê ji destê DAIŞê bi hemû dijwariya xwe berdewam dike, hat ragihandin ku DAIŞ sivîlên bajêr dike mertalên zindî.

Operasyona rizgarkirina Mûsilê ku ji sala 2014an de di destê DAIŞê de ye, berdewam dike.  Rojhilatê Mûsilê ji DAIŞê hat paqijkirin û niha dest bi paqijkirina rojavayê wê hatiye kirin.

Şêniyên bajêr ji Sputnikê re eşkere kirin ku DAIŞê li hember artêşa Iraqê sivîlan wekî mertalên zindî bikar tîne. Şêniyên Mûsilê destnîşan dikin ku terorîstên DAIŞê nahêlin ku sivîl ji bajêr derkevin û wan bi zorê dixin nava avahiyên ku ji aliyê hêzên koalîsyona navnetewî ve tê bombebarandin. Mûsilî amaje dikin ku DAIŞê kesên ku hewl didin birevin wekî îltîcaker dibîne û wan dikjue.

Waad Abbasî ê ji Mûsilê dibêje: “Em li gundê Mûsilê dijiyan. Dema ku artêşa Iraqê nêzî herêma ku em lê dijî bû, DAIŞ hat û xwest ku me bibe, navenda bajêr da ku me bike mertalên zindî.”

Abbasi amaje dike ku piştî êrişa nîşangirên DAIŞê bi çend deqiqeyan balafirên şer avahiyên ku tijî sivîlin bombebaran dikin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu