IraqNûçeRojhilatanavin

DAIŞ sivîlan wek mertala zindî bi kar tîne

Di vê navbera ku hêzên pêşmerge û Artêşa Iraqê di çarçoveya operasyona Mûsilê de ber bi bajarî ve diçin, çavkaniyên ji nava bajarê Mûsilê ragihand ku DAIŞ sivîlan wek mertala zindî bi kar tîne.

Çavkaniyên sivîl ji nava bajarê Mûsilê ragihand ku DAIŞ nahêle niştîcihên Mûsilê ji bajarî derkevin û bi zorê wan dixe avahiyên ku DAIŞê bi kar dianîn.

Herwiha Rêxistina Navdewletî ya Koçberiyê diyar kir ku DAIŞ bi deh hezaran kesan wek mertala zindî bi kar tîne ta ku keleha xwe ya dawî li Iraqê biparêze.

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî jî ragihand ku korîdor hatine dabînkirin ji bo sivîlên dixwazin ji bajarî derkevin û peywira hevpeymanê ye ku nehêle DAIŞ bireve Sûriyeyê.  (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu