IraqNûçeRojhilatanavin

Daişê 14 çekdarên xwe li Hawêce bidar vekir

Rêxistina terorîstî ya Daişê 14 endamên xwe ji ber revîna wan ji şerên devera Mitêbîc, bidar vekir.

Saytê Sumerî News li ser navê jêderekî emnî yê parêzgeha Kerkûkê belav kir: rêxistina terorîstîya Daişê îro 14 çekdarên xwe bidarvekirin ku alîkarê walîyê Dîyale yê wê rêxistinê jî di nava wan dabû.

Da zanîn jî: dadwerê şerî yê Daişê li Hewêce biryara bidarvekirinê ji bo wan kesan derxist, ewên di şerên devera Mitêbîc revîyane û ew biryar hat bicîhanîn.

Wî jêderî aşkere jî kir: Ebu Bera cîgirê walîyê Daişê yê rêxistina Daişê di nava wan 14 kesan dabû yên hatine bidarve kirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu