IraqNûçeRojhilatanavin

DAIŞ`ê 140 sivîl kuştine û termên wan jî bi stûnên elektirîkê ve daleqandine

DAIŞ`ê 140 sivîlên ku xwestibûn ji aliyê rojava yê Mûsilê ve birevin û biçin cihên hêzên ewlekariya Iraqê kuştine.

Her wiha di heman nûçeyê de tê ragihandin ku beşek ji termên wan kesên hatine kuştin li herêmên Tenek û Îslah Zîra’yê yên rojavayê Mûsilê hatiye dîtin û beşek din jî li nêzîkî xeta şerî hatiye dîtin.

NY`yê ragihandibû ku 600 kes li aliyê rojavayî yê Mûsilê asê mane. Ji ber gefên DAIŞ`ê nikarin ji wan deran derkevin û biçin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu