IraqNûçeRojhilatanavinSûriye

DAIŞê 250 karmend û polîsên berê yên hikûmeta Iraqê revand û ew veguhestin Sûriyê

Li gor medya Iraqî efserekî artêşa Iraqê li parêzgeha Enbarê ragihandiye ku DAIŞê di nav du rojên borî de li bajarên Ene, Rawe û Qaîmê yên girêdayî parêzgeha Enbarê gelek karmend û polîsên berê yên hikûmeta Iraqê girtin.

Li gor jêderên Iraqî DAIŞê ji kesên hatine girtin 250 kes ji wan ber bi Sûriyê ve hatine revandin.
Efserê Iraqî da zanîn, DAIŞê ew karmend û polîs bi tohmeta ku li ser baregah û hejmara terorîstên DAIŞê agahî gihandine hêzên Iraqê hatine girtin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu