NûçeRojhilatanavinSûriye

Esad: Herêmên kêmkirina rageşîyê derfetê dide çekberdana milîtanan

Serokdewletê Sûriyê Beşar Esad diyar kir ku herêmên kêmkirina rageşîyê berî her tiştî ji bo ewlehîya hemwelatiyan in û got, herwiha derfetê dide çekberdana milîtanan û sûdegirtina ji efûya giştî.

Beşar Esad ji televizyona ONT a Belarusê re wiha axivî: “Erka pêşî parastina hemwelatîyên li van herêman e. Erka diduyan jî mîna serpêhatîyên herêmên din, ji bo hemû milîtanan derfetdayîna lihevkirina bi dewletê re û li beramberî efûya giştî çekberdana wan e.”

Esad herwiha da xuyakirin ku dê avakirina herêmên kêmkirina rageşîyê li Sûriyê derfetê bide wê yekê ku komên çekdar ên wekî DAIŞ û Nûsra ji herêmê werin qewirandin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu