IraqNûçeRojhilatanavin

Berdewamiya şerê artêşa Iraqê li dij terorîstan li Mûsilê

Fermandarê Operasiyona Neynewayê yê artêşa Iraqê hin gotegotên li bara rawestandina operasiyona azadkirina Mûsilê red kirin û ragihand ku ti rawestanek ji bo operasiyona azadkirina Mûsilê pêk nehatiye.

Fermandarê Operasiyona Neynewayê Necm El-Cebûrî îro li hevpeyvîna bi IRNA re got: Pêşveçûna artêş û hêzên gelanî (Heşdî Şebî) li gişt mêhweran li Mûsilê berdewam dike û bi van zûtiyan beşeke din ji vî bajarî tê azadkirin.

Wezareta Parastinê ya Iraqê şeva çûyî bi weşandina daxuyaniyekê ragihand ku balafirên Iraqê bi êrişa ser pêgehên terorîstan li devera  Tel Ebteyê li rojavaya Mûsilê herî kêm 70 terorîst ji wan 20 serkirdeyên grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê kuştin.

Li vê navberê de hêzên Heşdî Şebî jî li rojavaya Mûsilê karîn riya navbera Telefer û Telebteyê ji kontrola terorîstan derxîne.

Serokwezîr û fermandarê gişt hêzên çekdar ên Iraqê Heyder Ebadî 17 Cotmehê fermana despêbûna Operasiyona azadkirina Mûsilê ji şeş hêlan ve da. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu