NûçeRojhilatanavinSûriye

DAIŞ’ê 5 xebatkarên medyayî bi rewşekî nemirovane îdam kirin

Grûpa terorîst a DAIŞ’ê 5 xebatkarên medyayî bi rewşekî nemirovane li parêzgeha Dêrezûra Sûriyê îdam kirin.

Li gor rapora ajansa nûçan a Sûmiriye News’ê, Grûpa terorîst a DAIŞ’ê, Samir Muhemmed El-Ebûd 33 salî birêveberê nivîsgeha medyayî ya ” Tefail El-Tenmûye Lêlelam” bi tawana belavkirina nûçên li ser rewşa civakî ya xelkê Dêrezûrê û şerên vê parêzgehê û belavkirina biryarên DAIŞ’ê, temara ostiyê wî birrîn û kuşt.

Herwisa terorîstên DAIŞ’ê madên tedandinî danîne nav Lebtapa Samî Cewdet Riyah nûçegihanê azad ku 28 salî bû û bi tawana peywendiya wî tev biyaniyan ew teqandin.

Grûpa terorîst a DAIŞ’ê herwisa îliktirîk zeliqandine Mehmûd Şeban Hac Xizr berpirsê telivizyona Elan-FM û ew kuştin.

Terorîstên DAIŞ’ê herwisa Merwan El-Îsa ji nûçegihanê saziya heq û mafê mirovane Sûriyê serjê kirin û Mustefa Ebdulhase ku ew jî nûçegihanê saziya heq û mafê mirovan a Sûriyê bû jî pê danîna madên teqandinî dinav kemira wî û teqandinê ew kuştin.

Li van salên vê dêmahîkê grûpa terorîst a DAIŞ’ê bi hezaran kes ji xelkê bê gunehe Iraq û Sûriyê bi rewşênn nemirovane kuştine.

Rewşa Sûriyê ji sala 2011 ji ber ketina erorîstan bo nav vî welatî û piştevaniya birek ji welatên navçê yên wekî Tirkiyê û Erebistanê û welatên cîhanê yên wekî Amerîka ji terorîstan aloz bûye.

Li şerê pênc salî li nav Sûriyê bi milyonan kes ji xelkê vî welatî aware bûne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu