Rêxistina terorîst a DAIŞê biryar da ala xwe ya reş li ser binke û baregehên xwe yên li bajarokê Telaferê ku dikeve rojavayê parêzgeha Nînowa, bîne xwar.
Li gor nûçeya çapemeniya erebî, dervey ala reş, ku bûye sedemê bingeha tundî û tewanên dijî mirovahiyê, DAIŞê biryar daye rawestgehên xwe yên navxweyî li bajarokê Telaferê rake.
Li gor zanyariyên berdest ew hewldanên DAIŞê bo xwe veşartina ji balefirên şer e, ji ber bombebaranan jî gelek ziyanên madî û giyanî yên mezin dîtine.
Heftiya borî hêzên Iraqê dest bi amadekariya rizgar kirina Telaferê kiribûn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)