IraqMafên MirovanNûçeRojhilatanavin

DAIŞ`ê ava 30 taxên Mûsilê birrî

Endamê konseya walîtiya Neynewayê ragihand ku li navçeyên azadbûyî yên li pişka rojhilatî ya Mûsilê, av ji aliyê DAIŞ`ê ve hatiye qutkirin.

Hisamedîn El Ebar, endamê konseya walîtiya Neynewayê bi Sumeriye News`ê re got: DAIŞ`ê ava 30 taxên azadbûyî yên li perava çepê (rojhilat) Mûsilê qut kiriye û ava 10 taxan jî tê û paşê qut dibe.

El Ebar li dewamê got: Projeyên avgîhandinê li navçeya El Xabatê ku ava pişka rojhilata Mûsilê dabîn dike, her wekî berê di destê DAIŞ`ê da ye û DAIŞ`ê pompekirina  avê bo taxên azadbûyî girêdaye.

Endamê konseya walîtiya Neynewayê, desnîşan kir: Cihê duyemîn a ku li rojavaya Mûsilê hîn di destê DAIŞ`ê de ye, li nêzîkî dêra El Hawiyê ye ku ev proje jî ava du peravên rast û çepê Mûsilê dabîn dikin.

Vî endamê konseya walîtiya parêzgeha Neynewayê got: DAIŞ`ê ferman daye endamên xwe ku êrişî ser navçeyên azadbûyî bikin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu