Mafên MirovanNûçeRojhilatanavinSûriye

DAIŞ`ê ava vexwerina Helebê qut kir

Koma terorîst a DAIŞ`ê li dewama cinayetên xwe dijî xelkê Sûriyê, vê carê ava navçeyên rojhilatî yên Helebê, qut kir.

Terorîstên DAIŞ`ê roja îniyê, bi têkbirina dû navendên pompaja ava çemê Firatê, pirsgirêkên zav jibo rêvebiriya ava Helebê, Civaka Hîva Sor a Sûriyê û xelkê xwecî pêk anîn.

Medya sûrî ragihandin: Ava bajarê Helebê ji navendên pompaj û safîkirinê li kêleka çemê Firatê qut bûye û walîtî û kompaniya ava Helebê bi hevkariya Saziya Hîva Sor a Sûriyê, jibo ji nûve veguhestinha avê bo vî bajarî hewl didin.

Ji aliyên din va Rêxistina Neteweyên Yekgortî (NY), pêncşemiya buhurî ragihandibû nêzî çar mîlyon kes ji xelkê Şama paytexta Sûriyê, zêde ji hefteyekê ye ku ji ava saxlem a vexwerinê bêpar in; ji ber ku şerxwazan çavkaniyên avê levitandine.

Navendên gihandina avê li navçeyên Wadîberdî û Eyn El Fîceyê ku ava pêwîst jibo nêzî sedî 70`ê ji xelkê Şamê dabîn dike, ji ber êrişên bi qesd ên şerxwazan, hatiye kavilkirin û qut bûye.

Texmînên Rêxistina Neteweyên Yekgirtî (NY) nîşan didin ku 15 mîlyon kes ji xelkê seranserî Sûriyê, tûşî  pirsgirêka bidestxistina avê ne û nêzî ji çar yekê derhata malbatên sûrî jibo pêkanîna avê xerc dibe. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu