EfxanîstanNûçeRojhilatanavin

DAIŞ`ê berpirsiyariya êrişa terorîstî ya li Kabulê girt istûyê xwe

Koma terorîstî ya DAIŞ`ê, berpirsiyariya êrişa terorîstî ya duh li navça şîenişîn a Kabula paytexta Efxansitanê girt istûyê xwe.

 Li gorî rapora Reuters`ê, sebebkarekî terorîstî duh çarşemiyê derbasî navendeke  hîndekariyê li navça Deşt Berçî li rojava  Kabulê bû û bombeya xwe teqand ku li encama wê 34 kesên sivîl ên efxan hatin kuştin û bi dehan kes jî birîndr bûn.

Pêştir çavkaniyên efxan, hejmara kuştiyên vê teqînê 48 kes ragahndibû.

Başa dön tuşu