Koma terorîstî ya DAIŞ`ê, berpirsiyariya êrişa bikuj a şemiyê şevê li navenda bajarê Parîsê, paytexta Fransayê da istûyê xwe.
Kesekî êrişkir şemiyê şevê bi kêrê li meydana Place De Operayê li Parîsê êriş kir ser xelkê.
Polîsê Fransayê jî gulle avêt ser kesê êrişkir û ew kuşt.
Fransa ji destpêka sala 2015`an heya niha rastî kiryarên terorîstî yên bêmînak hatiye.
Li encama êrişên terorîstî yên 13 Mijdara 2015`an a Parîsê û 14 Trmha 2016`an li bajarê Nîsa Fransayê ku koma terorîstî ya DAIŞ`ê berpirsiyariya wan girt istûyê xwe, zêdetir ji 210 kes hatine kuştin.
Piştî van êrişana li seranserê Fransayê rewşa awarte hat ragahndin û heya niha jî didome.
Welatên rojavayê ji wan Fransa her cure alîkariye dane terorîstan li navça Rojhilata Navîn bi taybet treorîstên li li Sûriyê bi cih bûne û niha jî bi xwe rastî vegeryana endamên ewrûpî yên koma terorîstî ya DAIŞê û cihanîna êrişên terorîstî hatine.