CîhanNûçeRojhilatanavin

DAIŞ`ê berpirsyariya êrişa bi rokêtan a ser Erîşa Misrê girte ustiyê xwe

Koma terorîst a DAIŞ`ê ragihand êrişa mûşekî ya ser balafirgeha El Erîşê, karê endamên vê komê bûye û haya wan hebûye ku wezîrên berevanî û karên hundur ên Misrê wê li vê balafirgehê bin.

Li gorî rapora Ajansa nûçeyan a FARS`ê, koma terorîst a DAIŞ`ê ragihand êrişa mûşekî ya ser balafirgeha El Erîşê, karê endamên vê komê bûye û haya wan hebûye ku wezîrên berevanî û karên hundur ên Misrê wê li vê balafirgehê bin.

Ajansa nûçeyan a Emaqê ya ser bi DAIŞ`ê gavek berî niha ragihand ku endamên ser bi vê koma terorîst, duh sêşemiyê, dizanîn ku Mecdî Ebdulxefar, wezîrê karên navxwe û Sidqî Subhî, wezîrê berevaniya Misrê wê li balafirgehê bin û ji ber vê yekê bi rokêtan êriş birine ser balafirgeha El Erîşê.

Mêdya Misrê duh ji êrişa bi rokêtan a ser balafirgeha El Erîşê ya dema dîtina wezîrên berevanî û karên navxwe yên Misrê ji vê balafirgehê agahî dabûn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu