IraqNûçeRojhilatanavinSûriye

Bi dehan serkirdên DAIŞ`ê ji Iraqê revîne Sûrîyê

Hisamedîn Ebar endamê konseya parêzgeha Nêynewayê ragihand ku bi dehan serkirdeyên koma têrorîst a DAIŞ`ê ligel malbatên xwe ji Mûsilê revîne Sûrîyê.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, el-Ebar îro li gotûbêja tev Sumeriye News`ê bal kişand ser azadkirina tam a rojhilata Mûsilê û pêşbînî kir ku opêrasyona azadkirina rojavaya Mûsilê hêsantir û lezgîntir pêk bê.

Wî herwiha got: Rojavaya Mûsilê 30 taxan digire ber xwe û nêzî 600 hezar kes lê dijîn û milê rojava ji hemî hêlan va hatîye dorpêçkirinê.

Endamê konseya parêzgeha Neynewayê herwiha got: Rojavaya Mûsilê digihêje çola Cizîrê û ji wir va jî digihêje Sûrîyê û DAIŞ`î bi saya wê li halê revîna ber bi Sûrîyê ne.

Navenda opêrasyonê ya Ey Newnewa em tên duh ragihand ku hêzên iraqî êrişî devera Reşîdîye baregeha herî dawîyê ya têrorîstan li rojhilata Mûsilê kirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu