ErebîstanNûçeRojhilatanavin

Wezîrê darayîya Erebistanê ji ser karê xwe hat derxistin

Îbrahîm El-Esaf wezîrê darayîyê yê Rejîma Alê Seûd ji ser karê xwe hate derxistin.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Firansayê, Îbrahîm El-Esaf wezîrê darayî û malhebûna Rejîma Alê Seûd li halekî ji ser karê xwe hate derxistin ku ev welata dixebite ji bo cebirandina kêmasiya derhatên xwe yên niftê reforman di nav bernamên xwe yên abûrî da pêk bîne.

Li gorî hukmê Melik Selman paşayê Erebistanê, Îbrahîm El-Esaf ku ji 20 salan berî niha va wezîrê heyîtî û malhebûna vî welatî bû ji ser karê xwe hate derxistin û Muhemmed El-Cedan serokê bûrsa Erebistanê li dewsa wî hate danîn.

Çend hefteyan berî niha dîplomatekî biyanî li gotûbêja tev ajansa nûçan a Firansayê ragihand ku li bara guhartina wezîrê daratiya Erebistanê devojenî di navbera karbidestên Erebistanê da çê bû.

Ji sala 2014`an va heta niha bihaya niftê hema bêje nivî bûye bi curekê ku welatên niftfiroş neçar man ku teybîrên dijwar û bê mînak wek kêmkirina sûpsîd ango alîkarîyên dewletê yan kêmkirina mûça wezîrên xwe bikar bînin.

Erebistan ku welatê ewil ê niftfiroş li cîhanê ye kêmasiya bûdca wî îsal gihiştiye 87 milyard dolaran. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu