IraqNûçeRojhilatanavin

Di 13 salan de 180 hezar kes hatin kuştin

Şîrketa Statîsta ya lêkolîn û amaran ragihand ku ji sala 2003’ê hata 2016’ê, li Iraqê zêdetirî 180 hezar kesan hatine kuştin. Şîrketa Statîsta ku di seranserê cîhanê de lêkolînan dike û amaran kom dike, di rapora xwe ya dawî de hejmara qurbaniyên terorê yên Iraqê eşkere kir.

Li gor raporê, ji sala 2003’ê hata 2016’ê, li Iraqê zêdetirî 180 hezar kesan bûne qurbanê êrîşên terorê.

Di raporê de hatiye gotin ku di sala 2014’ê de dema rêxistina DAIŞ’ê bajarê Mûsil û parêzgehên din ên Iraqê dagir kir, zêdetirî 20 hezar kes kuştin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu