ÎranIraqNûçeRojhilatanavin

Serokê teşkîlata dadweriyê ya Îranê tev serokê parlemana Iraqê li Bexdayê civiyan

Serokê teşkîlata dadweriyê ya Îranê ku li sefereke fermî çûye Bexdayê duh piştî nîvro li navça kesk a Ewlehiyê tev serokê parlemana Iraqê hevdîtin pêk anî û li bara meselên herî giring ên dualî û navçeyî ji wan mesela terorîzmê gotûbêj kir.

  Li gorî rapora IRNA`yê,  Selîm Cubûrî serokê parlemana Iraqê tevî pêşewaziya ji Ayeullah Sadiq Amoliyê Larîcanî û xêrhatina li wî û hevriyên wî li bara berfirehkirina hevkariyan navbera  Bexda û Têhranê kêşxweşiya xwe da diyarkirin.

Ayetullah Larîcanî jî li vê hevdîtinê bal kişand ser şerên li Mûsilê û hêvî kir ku xelkê Iraqê li şerê li dijî terorîzmê û tekfîriyan bi ser ketin. Her dualî her wiha li bara  meselên dualî bitaybet li warên dadwerî û hiqûqî gotûbêj kirin.

Larîcanî duh tev taximeke  pilebilind ê dadweriyê gihêşt Bexdayê û vê sibê tevî hevdîtina bi Medhet Mehmûd serokê Konseya bilind a dadweriya Iraqê li civîna dadweriyê ya rayedarên  dadweriyê yên du welatan beşdarî kir. Piştî îmzekirina hevhatina vê seferê li hizûra  serokê hêza dadweriya Îran û Iraqê Ayetullah Larîcanî û Medhet Mehmûd li civîna rojnamevaniyê bersiva nûçegihanan  dan. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu