IraqNûçeRojhilatanavin

DAIŞ`ê çekên kîmyewî veguhestine Mûsilê

Berpirsê ragihandinê yê Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistana Iraqê li Mûsilê, ragihand koma terorîst a DAIŞ`ê, ji Sûriyê ve, çekên kîmyewî veguhestine Mûsilê.

Xiyas Sûrçî, li hevpeyvîneka çapemeniyê got: Endamên koma terorîst a DAIŞ`ê, bereberê destpêbûna operasyona leşkerî ya demlidest a azadkirina Mûsilê, hin karên wekî veguhestina çekên kîmyewî yên ku ji artêşa Sûriyê, wek xenîmet istandine, bo Mûsilê, cih anîne.

Sûrçî ji bilî ku vê yekê dûr da zanîn ku endamên DAIŞ`ê li navenda bajarê Mûsilê, çekên kîmyewî bi kar anîbin, herwiha got: Muhtemel e ku DAIŞ van çekan li navçeyên derdorê Mûsilê bi kar bîne ta ku bi riya bayê, gazên kîmyewî ber bi hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê ve herin.

Wî bal kişand ser vê yekê ku DAIŞ`ê, piştî şikestên xwe yên vê dawiyê,  stratêjiya xwe ya berevaniyê, guhertiye.

Vî rayedarê Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistana Iraqê (YNK), li ser hejmara endamên DAIŞ`ê yên ku li Mûsilê bi cih bûne got ku berî şikestên vê dawiyê, ev koma li Mûsilê 10 hezar endamên xwe hebûn lê niha tenê çar hezar ji wan mane. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu