Mafên MirovanNûçeRojhilatanavinSûriye

DAIŞ`ê di mehekê de nêzîkî 70 kes li Sûriyê îdam kirine

Çavdêrê mafên mirovan a Sûriyê ragihand ku li 30 rojên buhurî îdama zêde ji 69 kesan ji aliyê DAIŞê li navçên bin kontrola ev grûpa terorîstî li Sûriyê tomar kirine.

 Li gorî rapora ISNA`yê û li gor nivîsa rojnama  Ray El-Yewmê,  navenda çavdêrê mafên mirovan a Sûriyê ragihand: Grûpa terorîstî ya DAIŞê ji 29 kanûna buhurî heya 29 Çilla îsal zêdet ji 69 kes li navçên  di bin kontrola vê grûpa terorîstî li parêzgehên  Reqe, Dêrezûr, Heleb û Hesekê îdam kiriye.

Li gorî rapora vê navendê li nav kesên îdambûyî 41 kes sivîl bûne ku yek ji wan jin bû. Xêncî wan 6 kesên endamê grûpên tundrew, pênc endamên  DAIŞê û herîkêm 17 kes ji hêzên dewletî yên  Sûriyê ji wan  îdamiyan bûn.

Kesên îdambûyî ji aliyê DAIŞê tawanbarê sîxorî, hevdestiya tev hêzên  kurd an hevalbendiya  li dijî DAIŞê û hevkariya tev  îstixbarata Urdinê û tawanên din bûn.

Li gorî rapora vê anvendê, hejara  hemî kesên  ku ji dema  hizûra DAIŞê li Sûriyê li 29 Çilla 2014`an îdam bûne zêdetir ji 4577 kesên sivîl û eskerî ji wan  hêzên  dewleta Sûriyê û hêzên ser bi wan û hejmarek jî ji endamên DAIŞê ne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu