ÎranIraqNûçeRojhilatanavin

Sefîrê Îranê yê li Bexdayê serdana derbasgeha sînorê Mehran-Zerbatiye kir

Sefîrê Komara Îslamî ya Îranê yê li Bexdayê serdana derbasgeha sînorê Mehran-Zerbatiye kir û rewşa vê derbasgehê û çawaniya pêşewaziya ji ziyaretkirên îranî yên ji bo Erbeyîna Îmam Huseyn (S) hilkoland.

Li gor nûçeya IRNAyê, Sefîrê Komara Îslamî ya Îranê yê li Bexdayê Îrec Mescidî  bi serokê gişt sînorvaniya Iraqê Kazim El-Uqabî re  serdana derbasgeha sînorê Mehran-Zerbatiye kir û rewşa vê derbasgehê û çawaniya xizmekarî û pêşewaziya ji ziyaretkirên îranî re yên ji bo Erbeyîna Îmam Huseyn (S) hilkoland û got: Hikûmeta Iraqê ji bo lidarketina herî baş a mersima menewî ya Erbeyîna Îmam Huseyn (S) çi ji destê wê tê dike û Komara Îslamî ya Îranê jî bona hêsankarî û dayîna servîsên baş ji bo ziyaretkiran hevkariya birayên xwe yên iraqî dike.

Sefîrê Îranê herwiha bal kişand ser mêvandariya hêja ya xelkê Iraqê û bikaranîn îmkanên zav li mukebên iraqî û beşdariya mukebên îranî  li vê merasima menewî ji gişt kedkarên birêvebirina merasima Erebeyîn sipas û qedirzanî kir.

Mescidî herwiha bi fermandehên hêzên ewlehî û întizamî yên Îranê û bi fermandên Heşda Şebî yên Iraqê re yên li ser sînorê Mehran-Zerbatiye derheq ewlehiya ziyaretkiran gotûbêj kir.

El-Uqabî herwiha desnîşan kir ku li şerê li dij DAIŞê eva Îran bi tenê bû ku alîkariya Iraqê kir û niha iraqî bi xizmeta ji bo ziyaretkiran bi taybet yên Îranî şanaziyê dike.

Başa dön tuşu