ÎranNûçeRojhilatanavin

Hemîd Beyîdînijad: Parastina vê Rêketê maye ser vê yekê ku hemû alî soz û qirarên xwe bitamî cih bînin

Baylozê îranê li Londinê li gotarekî xwe bi munasibeta salvegera îmzabûna rêketina navokî ya di navbera Îranê û grûpa 5+1 ragihand: Parastina vê Rêketê maye ser vê yekê ku hemû alî soz û qirarên xwe bitamî cih bînin.

Li gor rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Hemîd Beyîdînijad baylozê îranê li Londinê li gotarekî xwe bi munasibeta salvegera îmzabûna rêketina navokî ya di navbera Îranê û grûpa 5+1 ku li teligerama wî belav bû ragihand:  Rêketina navokî ya di navbera Îranê û grûpa 5+1 rêketinekî navnetewîû çend alî ye û herwisa ku tu aliyek bi tenê nikare hema bi serê xwe li bara vê rêketinê biryarê bigire parastina vê rêketê jî maye ser vê yekê ku hemû alî soz û qirarên xwe bitamî cih bînin.

Beyîdînijad destnîşan kir: Hemû welatên navçê û cîhanê vê rêketinê girîng dizanin û hegera vê nêhrînê jî evaye ku naveroka vê rêketinê gelek ji welatan îmza kirine û kes nikare hema bi serê xwe li bara naveroka vê rêketinê biryarê bigre.

Wî got: Her çend dewleta nû ya Amerîka gelekê dijî rêketina navokî ya di navbera Îranê û grûpa 5+1 dixebite lê hîn jî nekariye bi serê xwe biryarekê dijî vê rêketinê bigire. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu