IraqNûçeRojhilatanavin
DAIŞê êrişî hêzên Iraqî kir: 4 polîs û efserek hatin şehîd kirin
Li Xaneqînê çekdarên DAIŞê êrişî hêzên Iraqî kirin, di encam de 4 polîs û efserek hatin şehîd kirin.
Jêderekî ewlehiyê li Xaneqînê ragihand, şeva borî çekdarên DAIŞê êrişî xaleke pişkinînê ya polîsên Iraqî li başûrê Xaneqînê kirin.
Wî jêderî da zanîn, di dema êrişê de bombeyek bi otombîleke polîsan de teqiya û di encam de efserek û 4 polîs hatin şehîd kirin.