İslami Davet Kurdi Bange İslami

DAIŞ`ê hewl da êrişî El-Qelmûnê bike lê nekarî

Çavkanîyên sûrî ragihandin ku têrorîstên DAIŞ`ê hewl dan ji Tedmurê êrişî El-Qelmûnê bikin lê, nekarîn. Herwiha desteya ûris navbeynkarî kirîye ku têrorîst ji taxa Hey ul Weera Humsê derkevin.

Çavkanîyekî meydanî li Sûrîyê îro li gotûbêja ligel Fars News`ê, ragihand: Yekîneyên artêşa Sûrîyê bi bêencamkriina êrişa têrorîstên DAIŞ`ê jibo têketina nav devera El-Qelmûnê ber bi Temurê va, niha giheştine taxên rojhilêt û pevçûna di navbera hêzên peya yên artêşa Sûrîyê û têrorîstên DAIŞ`ê li 7 kîlomêtrîya Sewamiê didome.

Li gorî vê raporê, yekîneyên endazyarîya leşkerî yên artêşa Sûrîyê jî bombeyên destçêkirî û mayînên ku têrorîstan li taxa rojavaya Tedmurê li derdora Humsê bicih kirine, pûç kirin.

Li dewama vê raporê hatîye: Xelkên taxên rojavaya Tedmurê dizvirin malên xwe û tivdîrên giran ên ewlehîyê jibo parastina mal û milkên giştî û xelkê li hemberî her cure êrişekê hatine kirin.

Rayedarekî ewlehîyê li nav bajarê Hey ul Weira Humsê jî di vî warî da got: Komîteya muzakirê li Hey ul Weirê li parêzgeha Humsê yê vê hefteyê ligel desteya ûris bicive ta ku muzakireyên valakirina Hey ul Weirê ji têrorîstan bişopîne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Exit mobile version