IraqNûçeRojhilatanavin

DAIŞê hezaran jin û zarok xistine hewsê

Çalakekî mafê mirovan ê kurdên êzidî li Iraqê got: Koma terorîst a DAIŞê li hin deverên Sûriyê 2000 jin û zarokên êzidî xistine hewsê û şikencê li wan dikin.

Husên Elî Xansûrî çalakê warê mafê mirovan êm êzidiyê Iraqê ragihand ku terorîstên DAIŞê li parêzgeha Dêrazora Sûriyê û deverên hevsînorê Iraqê zêde ji 2000 jin û zarokên êzidiyan li zîndanên bin erdê xistine hewsê.

Husên Elî Xansûrî li hevpeyvîna xwe bi nûçegihanê Sputnîkê re got: Terorîstên DAIŞê li devera Sose, Hecîn, Şefe û Baxûrê li parêzgeha Dêrazorê û li devera Deşîşe ya li ser sînorê Sûriyê û Iraqê zîndanên bin erdê çêkirine û kesên hanê li wan zîndanan xistine hewsê.Wî desnîşan kir ku bi tenê li devera Deşîşe 300 zar, kur û keçên kurd ên êzidî xistine zîndanê , ev kesana li Tebaxa 2014 bi destê terorîstên DAIŞê dîl hatin girtin.

Birêveberê karûbarên êzidiyan Eydan şêx Kako li parêzgeha Dihokê got ku heya niha zêde ji 3259 êzidî ku 2076ê wan jin û keçik bûn ji destê terorîstên DAIŞê hatine derxistin û azad bûne.

Başa dön tuşu