ÎranNûçeRojhilatanavin

Diyarkirina serokatiya erkantiya giştî ya hêzên çekdar ên Îranê

Rêberê giranqedr ê Inqilaba Islamî li hikmekê serdar serleşker pasdar Mihemed Husêyn Baqirî wek serokê erkantiya giştî ya hêzên çekdar ên îranê diyar kir.

Li hikma roja sêşemiyê, 28`ê Hezîrana 2016`an, a rêberê giranqedr ê Inqilaba Islamî, hezretê ayetullah Xamineyî bo serdar serleşker pasdar Mihemed Husêyn Baqirî hatiye: Li gorî xizmetên hêja û tecrubeyên binirx ên cenabê te li dewrana Parastina Pîroz (Şerê heştsalî yê Iraqê li dijî Îranê) û piştî wê bi taybet li berpirsiyariya erkantiya giştî û qirargeha Xatem El-Enbiyayê (S), tu wek serokê erkantiya giştî ya hêzên çekdar ên Îranê têyî bijartin.

Rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî li vê hikmê her wiha got: Hêvî eva ye ku şiyan û amadetiyên parastin û ewlehiyê yên hêzên çekdar û besîca gelanî zêde bibe û imkana bersivdayîna lezgîn û bibandor li hemberî her cûre gefên li dijî Komara Islamî ya Îranê bi şêwaza inqilabî pêk were .

Rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî her viha ji hewildanên bi sidq û ji dil û bi hişiyarî yên serdar serleşkerê besîcî Fîrûzabadî ji destpêkê va heta niha li berpirsiyariya girîng a erkantiya hêzên çekdar sipasî kir. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu