IraqNûçeRojhilatanavin

DAIŞê li bajarê Beleda Iraqê êrîşî alîgirên tîma Real Madrîdê kir: 16 kuştî 50 birîndar!

Rêxistina terorê ya bi navê DAIŞê li bajarê Beled a Samerayê êrîşî klûpa alîgirên tîma Real Madrîdê kir. Di encamê de 16 kesan jiyana xwe ji dest dan û derdora 50 kes jî birîndar bûn.

Kanala Al-Alamê ji zarê berpirsên iraqî ragihand: Terorîstên DAIŞ`ê sibeha înê êrişî ser klûpa alîgirên tîma Real Madrîdê ya Spanyayê kirin û 16 kes ji wan kuştin û derdora 50 kes jî birîndar kirin.

Rojnameya Daily Mirror ya Îngîlîzî jî ser vê bûyerê nivîsî êrîş bi çekên AK-47ê çêbûye. Bûyer li herêma Beled a Samarrayê li klûbekê pêk hatiye ku ev klûb ya alîgirên tîma Real Madrîdê yên bajarên Beled, El Emare, Samera û Kerbelayê ye. Kesên ku êrîş pêk anîne endamên DAIŞê ne.

Berpirsê kluba alîgirên tîma Real Madrîdê Ziyad Subhan daxuyaniyek daye û gotiye ku “Komeke DAIŞî hatin Kafê ya me û bi çekên AK-47ê gulle li me reşandin”.

Di vê navberê de lîga futbolê ya Real Madrîdê ya Spanyayê jî li ser hesabê xwe yê twitterê da derbarê êrîşê de peyamek belav kir û ragihand ku li pêşbirkeya xwe ya sibehê, ji bo bîranîna alîgirên xwe yên kuştî û nîşandayîna xemgîniya xwe bi zendbendên reş dikeve meydana pêşbirkê . (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu