IraqNûçeRojhilatanavin

DAIŞê li Enbarê êrîşa xwekujî pêkanî: 5 kuştî, 6 birîndar

Hat ragihandin ku li bajarê Kerme yê bi ser wilayeta Enbarê êrişa xwekujî pêk hat, di êrişê de 2 jê xwekuj 5 kes hatin kuştin û 6 kes jî birîndar bûn.

Li gorî zanyariyên berdest, milîtanên rêxistina terorîst a DAIŞê cilên leşkerî yên artêşa Iraqê li xwe kirin û li bajarê Kerme yê bi ser wîlayeta Enbarê ve li hemberî navenda El Heşed el Eşaîrî êrişek xwekujî pêk anîn.

Leşkerên ewlehî yên Iraqê berî ku ev milîtanên DAIŞê yên xwekuj bigihîjin hedefa xwe ew gulebaran kirin, yek ji wan mir û yê din jî xwe teqand. Di encama êrişa xwekujî de 2 jê DAIŞî 5 kes hatin kuştin û 6 kes jî birîndar bûn.

Li gorî malpera El Sumeriye News a Iraqê kesên ku hatine kuştin 3 jî ji hêzên ewlehiyê ne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu