CîhanIraqMafên MirovanNûçeRojhilatanavin

Civaka di Bin Metirsiyê de (GfbV) ji Neteweyên Yekbûyî (NY), xwest ku ew rê li ber girtina berpirsiyarên komkujiya êzdiyan veke

Civaka di Bin Metirsiyê de (GfbV) ji Neteweyên Yekbûyî (NY) xwest ku ew  Dadgeha Cezayê a Nevnetewî ji bo dîtin û darizandina kesên ku destên wan di komkujiya êzidiyan de hene peywirdar bike.

Pisporê Rojhilata Navîn ê Civaka di Bin Metirsiyê de (GfbV)  Kamal Sido, têkildarî banga xwe de li  Gottingenê daxuyaniye da û tê de got: ” Divê sûcên şer ên DAIŞê ên li dijî êzidî û kêmarên din ên li Iraqê, êdî di bi awayekî hiqûqî bên sizakirin.”

Li gorî agahiyên civakê di encama êrîşa DAIŞê a di sala 2014an de a li dijî gundên êzidiyan de, 7 hezar kes hatine desteserkirin. Li gorî texmînan ji ber êrişên DAIŞê ên li Iraqê heta niha 5 hezar êzidî jiyana xwe ji dest dane û ji sedî 90ê wan jî cih û warên xwe terikandine.  Herwiha zêdetirî 3 hezaran jin û keç jî hatine revandin ji aliyê DAIŞê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu