Hat ragihandin ku milîtanên rêxistina terorîst a DAIŞê ji ber ku hêzên artêşa Iraqê li Mûsilê nêzî camiya Nebi Yunis bûne DAIŞê jî beşek ji camiye teqandiye.
Li gorî zanyariyan hêzên artêşa Iraqê ber bi mizgefta Nebî Yunis pêşve diçin û milîtanên rêxistina terorîst a DAIŞê di Mûsilê de rastî şikestên mezin hatine.
Li gorî çavkaniyên leşkerî yên Iraqê roja hêzeke polêsên îtihada iraqî ji bo piştevaniya hêzên dijterorê şandine nav bajarê Mûsilê, heta ku bikarin êrîşê bibine ser termînala bakûr.
Hêzên artêşa iraqî di çavçoveya operasiyona azadkirina Mûsilê de piştî azadkirina navçeya dorbera termînala bakûr, ji bo azadkirina navçeyên dorbera mizgefta Nebî Yunis ber bi pêş ve diçin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)