IraqNûçeRojhilatanavin

DAIŞê li Mûsilê êrişek pêk anî: 7 leşkeran şehîd bûn

Hate ragihandin li Mûsilê endamên DAIŞê êrîşî noqteyeke leşkerên hêzên Iraqê kirin. Di encamdana êrişa DAIŞê de 7 leşkerên iraqî jiyana xwe ji dest dan.

Terorîstên koma DAIŞê li navçeya Baduşê ya bakurê rojavayê Mûsilê êrişek pêk anî.

Di encamdana êrişa li dijî hêzên artêşa Iraqê de, tê diyarkirin ku 7 leşkerên iraqî jiyana xwe ji dest dan.

Ji aliyê din ve Hêzên Ewlekariyê yên Artêşa Iraqê li navçeyê operasyona paqijkirinê da destpêkirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu