IraqMafên MirovanNûçeRojhilatanavin

DAIŞê li Mûsilê ji malbateke kurd 23 kes kuştin

Li gorî zanyariyên herêmî, ew malbat xelkê bajarokê Zumar a girêdayî bajarê Mûsilê bûn û ji sala 2014an ve ji bo navenda Mûsilê çûbûn û li wê derê bi cih bibûn. Endamên wê malbata kurd xwastine, ji Taxa Tenk a Mûsilê ji destê DIAŞê birevin, lê belê terorîstên DAIŞê bi wê hewla wan zaniye û 23 kesên wê malbatê desteser dikin û di nava avahiya malekê de zîndanî dikin.

Terorîstên DAIŞî derî û pencereyên wê xaniyê li ser her 23 kesên sivîl ên kurd de digirin û lehîm dikim. Pişt re milîtanên terorîst derdora wê malê TNT û bomberêj dikin û diteqînin, di encama wê bûyerê de her 23 welatiyên sivîl ên kurd tên kuştin.

Yûnis Remezan û malbata wî ku xelkê Zumarê ne, li gel hevjîna wî û 10 kur û 3 keç û 2 bûk û 6 neviyên xwe bûne qurbaniyê destê milîtanên terorîst a DAIŞê. Cenazeyên wan dê li goristana Wadî Etab li Mûsilê bi axê werin spartin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu