NûçeRojhilatanavinSûriye

DAIŞê li Sûriyê bajarokek û gundek kontrol kirin

Hat ragihandin ku li Sûriye bajarokek û gundek ketine destê çekdarên DAIŞê.

Rewangeha Mafê Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku grûba Halîd Bîn Welîd a girêdayî DAIŞê duh êrişî bajarokê Hît kir ku Şamê û çekdarên opozîsyonê li ser rêkeftinek pêkanîbûn.

Rêveberê SOHRê Ramî Abdurrahman diyar kir ku di encamê de bajarokê Hît ketiye bin kontrola DAIŞê. Hat diyar kirin ku gundek jî ketiye jêr destê çekdarên DAIŞê.

Hat ragihandin ku di encama wan pevçûnan de 16 çekdarên opozîsyonê û 12 çekdarên DAIŞê hatine kuştin.

Başa dön tuşu