IraqNûçeRojhilatanavin

DAIŞê li Til Eferê xutbeya îniyê qedexe kir

Piştî ku komek emîrên DAIŞê li derdora Til Eferê hatin kuştin, wê rêxistina terorîst xutbe li mizgeftên Til Eferê qedexe kir.

Di heyama du-sê rojên borî de 7 emîr û mezinên DAIŞê li derdora bajarê Til Eferê ji aliyê hêzên Iraqî ve hatin kuştin.

Li gorî malpera iraqî ya “alsumarianews”, piştî ku ew emîrên DAIŞê hatin kuştin, rêxistin di warê moralê de derbek giran xwar lewma xutbeya îniyê li mizgeftên bajêr qedexe kir.

Li gorî wê malperê, sebebek din ya qedexekirina xutbê li mizgeftan ew e ku DAIŞ ditirse xelk li dijî wê xwepêşandan û serhildan bikin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu