IraqNûçeRojhilatanavin

DAIŞê melayê nêzîk Ebubekir Bexdadîyê bi nave Ebu Quteybe şewitand

Rêxistina terorîst a DAIŞê ew melayê ku di gotara xwe ya roja înê de behsa kuştina xelîfeyê rêxistinê Ebubekir Bexdadî kiribû şewitand.

Melayê DAIŞê Ebu Quteybe ku kesek nêzîk xelîfê DAIŞê Ebubekir Bexdadî dihate nasîn, di gotara xwe ya roja înê 30.06.2017ê de amaje bi kuştina Bexdadî kiribû.

Çavkaniyek li bajarê Mûsilê ve ji Someriye news re ragehandiye ku DAIŞê biryara şewitandina Ebu Quteybe daye, ji ber tişta ku wî kirî ‘’Alozî di nav rêxistinê de pêkanîne.’’

Heman çavkaniyê amaje bi vê yekê jî kir, ku biryara şewitandina wî melayî li bajarokê Telaferê li pêş hejmarek zêde ya çekdarên rêxistinê û hemwelatiyan pêkhatiye.

Başa dön tuşu